Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Bush hizrên xwe li ser pêşnîyarên gelek alîyan diket


Serok Bush dibêjît ew dê binihêrîte pêşnîyarên ji jimareke jêderan berî ragehandina guhartineke rêbazê li Îraqê.

Serok Bush roja Duşembî paş kombûnên li wezareta Derve axift. Cihgirê wî Dick Cheney, Wezîra Derve Condoleezza Rice û kabidestên dî jî li wan civînan amade bûn.

Ew kombûn paş ragehandina raporta ji kome nehukmî ya bi endamên ji du partîyan, bi navê ‘‘Koma Nirxandina Rêbaza Îraqê,’’ hatine kirin. Yêk ji 79 pêşnîyarên wê komê dibêjît bila Amerîka pirranîya serbazên xwe yên şerrî heta serê sala 2008ê ji Îraqê vekêşît.

Bush dibêjît ew dê bi leşker û karbidestên dî ra bişewirît berî ku li ser guhartineke rêbazê biryara xwe didet.

Biryar bû ku Serok roja Duşembî li Koşka Spî bi şarezayên li derveyî hikûmetê ra kom bibît-- ji wan ceneralên karnişî Wayne Downing, Jack Keane û Barry McCaffrey.

Serok Bushî gotîye ew dê wan pêşnîyarên Koma Nirxandina Rêbaza Îraqê bi micidî wergirît. Hindek Demokrat ji Serok Bushî dixwazin ku gelek ji pêşnîyarên wê komê qebûl biket.

XS
SM
MD
LG