Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

''Îraqê pare hene, lê namezêxît''


Îraqê ji bo vekirina rêyan, avakirina xwendingeh û navendên hêzûtêhnê û parzînîngehan û çêkirina xettên lûleyên petrolê bi mîlyaran dolaran pare terxan kirîne, lê ew nemezaxtîne.

Rojnameya New York Times dibêjît Îraqê pare hene lê sîstema dewletê heta niha neşîyaye wan pareyan bikar binît.Rojname dibêjît wezaretên Îraqê heta niha bi tenê pişkeke heta 15 ji 100ê ji diravnameyên xwe mezaxtîne û yêk ji wezaretên ku’j hemîyan kêmtir pare mezaxtîn Wezareta Petrolê ye. Wezîrê Petrolê Huseyîn Şahristanî gazinde ji burokrasîyê kirîne.

Lê hindek karbidestên Amerîkî û Îraqî wê dikene lomeyên bêqamîya hindek bizavên tund yên li dijî gendelî û nerêkîyan û dibêjin belkû karmendên hikûmeta Îraqê yên li rê û awayên zêrevanîyê li rojavayê neşazrezza, newêrin. Wan karbidestan gotîye New York Timesê ew karmendên hikûmetê dibînin ka hevkarên wan çawa bi tawanên dizî û nerêkîyan têne girtin, lewma newêrin navên xwe, mohrên xwe danêne ser belge û kontratan.

Hindek karmend dibêjin ew ji komîteya despakîyê ditirsin, lê New York Times roja Duşembî dibêjît ew komîte’b xwe jî hatîye gunehbar kirin ku serokê wê Razî’l Razî belge nedayne ji bo mezaxtina bi 100 hezaran dolaran.

Wezîrê Karûbarên Diravî Beyan Cebr gotîye New York Timesê diravnameya Îraqê îsal 32 mîlyar dolar bû û çaverê diken ku sala têt bigehîte 40 mîlyar dolaran. Pirranîya wî diravî ji dahatîyên petrolê ye, lê bahra wê ya pêtir li ser pêwîstîyên rêveberinê têne mezaxtin – Ji bo mehaneyên karmendan û karnişîyan 8 mîlyar dolar û 6 mîlyar dolar jî bi gotina rojnamê, ji bo sîstema wekî ya sosyalîstan ya Îraqê ji bo alîkarîya xwarin û sotemenîyê.

XS
SM
MD
LG