Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Wezîrên YE li ser cizayê Tirkîyê pêkhatin


Wezîrên derve yên welatên endamên Yekitîya Ewropî li kombûna xwe li Brukselê rêkkeftin ku pişkeke danûstandinên endamîyê bi Tirkîyê ra eagirin bi mebesta cizakirina hikûmeta Enqerê ji ber ku wê têkilîyên bazirganîyê bi Qubrisê ra çênekirîne.

Jimareke wezîran got ew pêkhatîne ku pêşnîyara Komîsyona Ewropî qebûl biken ji bo ragirtina danûstandinên li ser heşt ji 35 babetên dîyarkirî. Wan got hikûmeta bi rêberîya Yewnanîyan li Qubrisê, ya bi pênasîna navneteweyî, ji ber gotinên derbarê peywendîyên bazirganîya digel koma Tirkên wê giravê da rê li wê rêkkeftinê girtîye.

Tirkîyê par brêjkkeftina bazirganîyê bi 10 endamên nû yên Yekitîya Ewropî ra mor kiribû, lê heta niha bazirganîya bi Qubrisê ra çênekirîye.

Ew dibêjît divêt li nav daxwaza wê ya endamîya Yekitîya Ewropî û pirsa Qubrisê çi têkilî nebin.

Hiûmeta Enqerê soz daye ku benderên xwe ji Qubrisê ra veket heger karbidestên Yekitîyê vederkirina koma Tirkên Qubrisê bidawî bînin.

XS
SM
MD
LG