Serokê Felestînî Mehmûd Ebbas daxaza encam dana helbijardinêt nu diket bu çareser kirna, herwekî wî got, kêşeya serokatîya Felestînî.
Li gotareka televizyonî roja şembî, birêz Ebbas got helbijardinêt perlemanî û serokayetî tivye bi zotrîn dem bêne kirn.
Rêberêt Hemas encamdana helbijardinêt pêşwexit ret kirn û daxaz ji birêz Ebbas kir da dest li karî vekêşit.
Seraya Sipî roja şembî hîvîya xwe ragehand ku encamdana helbijardinêt nu dumahî bi tond û tîjî bînit û hikumeteka nu ya Felestînî pêk bînit.