Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Şer û lêkdanêt nu li Xezze


Şer û lêkdan nêvbera giropêt Felestînî yêt hefrik li devera Xezze çê bûn, piştî daxaza serokê Felestînî bu encam dana helbijardinêt pêşwexit.

Çekdarêt gumanlêkirî yêt giropa Hemas bi hawina hêriş kire ser nivîsingeha serok Mehmûd Ebbas li Xezze.

Karbidest dibêjin çend kesek birîndar bun. Herwesa kîjeka 19 sali roja yekşembî li şer û lêkdanêt nêvbera giropêt hefrik hat kuştin.

Her yekşembî, çekdarêt giropa Fetih hêriş kire ser du wezaretêt hikumeta Felestînî ya bi serokatîya Hemas.

Herwesa karwanê otombîlêt wezîrê derve yê Felestînî, Mehmûd El-Zehar, kefte ber hêrişekê li Xezze, lê ew hêriş bê zîyan bu.

XS
SM
MD
LG