Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Dadgehkirina Saddam ji nûve destpêkir


Rêberê berê yê Iraqê Saddam Huseyn û şeş xwespêrên din, duşema îro vegerîyan dadgehê bo dadgeh kirina li ser sûcê qirkirina Kurdan li salên 1980yan

Piştî 11 rojên bêhnvedanê, dadgeh biryar da ku guh bide delîlên din li ser fermana Saddam ya kîmyabaran kirina gerîlayên Kurd di navbera salên 1980 û 1988, di şerê Îran û Iraqê de.

Dadpirs dibêje nêzî 180 000 Kurd di wê kiryara leşkerî ya bi navê Enfal de hatine kuştin.

Saddam û xwespêrên wî dibêjin Enfal li dij xirabkarîyê kiryareke meşrû bûye.

Meha buhurî di dadgeheke din de biryara cezayê mirinê dabû Saddam, li ser kuştinkarîya 148 Şî’eyên li gundê Ducêl wek tolhildana bizava kuştina Saddam li sala 1982.

Parêzvanên Saddam ji dadgeha pêdaçûnê daxwaz kirine ku ji nûve bala xwe bide wê biryarê.



XS
SM
MD
LG