Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Ahmedînejad careke dî gefe kirin


Serokê Îranê Mahmûd Ahmedînejad careke dî gefe kirîne ku dê toleyan veketin heke Civata Tenahîya Neteweyêt Yekgirtî tola li ser Tehranê danît, ji ber beranama wê ya navokî.

Di gotareke xwe da evro li bajêrê Kêrmanşahê rêzdar Ahmedînejad huşdarî da Brîtanya, Fransa û Almanya ku Îran dê piştevanîya wan welatan bo toleyên Neteweyên Yekgirtî li dijî welatê wî dê bi kiryareke dijminkarîyê zanît, lê negot ka Îran dê çewa tolê veket.

Hersê welatêt Ewropî pêşnîyaza biryareka Civata Tenahîyê kirîye bo danana tola li ser Îranê. Lê endameke serekî ya Civata Tenahîyê, Rûsya dijî danana tola ye.



XS
SM
MD
LG