Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Esed dibêjît ji bo danûstandinên bi Amerîka ra amade ye


Serokê Surîyê Bişar El Esed dibêjît ew amade ye bo danûstandinên bi Amerîka ra, lê welatê wî, bi gotina wî, fermanan ji Amerîka wernagirît ka çi biket.

Serokê Surîyê li dû danûstandinên bi Serokê Rusyayê Vladimir Putinî ra roja Sêşembî li Moskowê axift.

Komeke şarezayên ji her du partîyên Amerîka ji bo tenakirina rewşa Îraqê pêşnîyara danûstandinên bi hikûmeta Şamê ra, û her wesa bi Tehranê ra, ji rêveberîya Serok Bushî ra kirîye. Lê Koşka Spî bi wê pêşnîyarê xweş nîne.

Serokê Rusyayê jî paş kombûna roja Sêşembî bi Esedî ra alozîya xwe dîyar kir ji girjîya li Rojhilata Navîn û soza beşdarîyeke mezintir da li bizava ji bo peydakirina aştîyê li Rojhilata Navîn.

Berî çend rojan Serokwezîrê Libnanê Fuad Sînyora li Kremlînê bi Putinî ra peyivîbû û piştevanîya Rusyayê daxwaz kiribû ji bo damezrandina dadgeha navneteweyî ya li ser kuştina Serokwezîrê berê Rafiq-il- Herîrî.

Rêberê Rusyayê li vê dawîyê her wesa digel Serokwezîrê Îsraîlê Ehud Olmert jî kombibû.

XS
SM
MD
LG