Wezîrê nû yê Parastina Amerîka Robert Gates bê his û bis çû Bexdayê ji bo ku bala xwe bide rewşa Iraqê û bi komandarên Amerîkî re bipeyive.
Rêzdar Gates du roj piştî dest bi wezîfa xwe ya nû kir, çarşema îro gihîşte paytexta Iraqê.
Rêzdar Gates dubare got şikestina li Iraqê dê bibe karesateke niştimanî ku herdem wê di hişê gelê wî de be û wê bawerîya xelkê ya bi welatî wî kêm bibe û herwisa bibe metirsîyek ji bo Amerîka heta bi dehan salên din yên bên.
Berî gihîştina wî, li Bexda 12 kes bi du êrîşên xwekuj yên cûda hatin kuştin û bi dehan kes jî birîndar bûn.
Leşkerê Amerîka jî berpirsyarîya tenahîya bajêrê Necef yê pîroz yê Şî’eyan da destê komandarên Iraqê.
Ji alîkî din ve jî Leşkerê Amerîka daxuyanîyekê kir ku wan rêberekî bilindê terorîst yê El Qaîdeyê li Musulê girtîye.