Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Serok Bush û karbidestêt bilind basê Iraqê diken


Serok Bush roja şembî digel karbidestêt bilind yêt Amerîkî kom dibît bu baskirna rewşa Iraqê li demê ku xwe amade diket sitratêjîya nu ya Amerîkayê bu Iraqê rabigehînit bu ragirtina tond û tîjîya tayîfî li wî welatî.

Serok Bush digel wezîrê nu yê berevanî Robert Gates, wezîra derve Condoleezza Rice û şîretvanê parastina niştîmanî Stephen Hadley kom dibît.

Gates roja eynî dumahî bi seredana sê rojîya xwe bu Iraqê îna û li wêrê digel karbidestêt leşkirê Amerîkî û rêberêt Iraqî kom bu li bizavekê da bu ragirtina tond û tîjîya tayîfî.

Li bajêrê Semawe, polîsê Iraqî ragehand ku li şer û lêkdanêt nêvbera hêzêt parastina Iraqî û çekdarêt ser bi Muqteda El-Sadr bi kêmî pênc kes hatin kuştin.

XS
SM
MD
LG