Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Iraqê kesek hate girtin bi şika vîdyo kêşana îdam kirina Saddam


Şêwirmendekî serok wezîrê Iraqê dibêje karbidestan kesekî girtîye bi şika ku wî ew vîdyoya îdam kirina Saddam Huseyn bi dizî bi kameraya telefona xwe ya desta kişandîye. Belê karbidestan di derbarê wî kesî de tu agahîyeke din neda.

Leşkerê Amerîkî li Iraqê dibêjît wî çi rol nebûne di îdam kirina Saddam Huseynî da û heke di destê wan da ba ew da bi rêkeka dî reftarê digel ken, digel dîktatorê berê yê Iraqê.

Peyivdarekî leşkerê Amerîkî evro li Bexda gote peyamhinêran ku hêzêt Amerîkî Saddam da destê karbidestêt Iraqî demeke kurt berî îdam kirina wî roja şembî û Iraqî berpirsyar bûn beramberî pêngavêt pêdivî bo îdam kirinê.

Vîdyoyeka ne resmî ku bi rêka telefoneka destî hatibû girtin we dîyar dike ku yek ji kesêt ku li wêrê bûn peyvêt sivik kirinê gotne Saddamî berî bête îdam kirin.

Hikumeta Iraqî dibêjît ew vekolînê diket ka çewa ew rêûresmêt îdam kirinê li ser înternet û televîzyonan hatine belav kirin.

Li hindek bajêrên Iraqê û li Urdunê jî piştevanên Saddam Huseynî xwenîşandanêt nerazîbûnê kirîne piştî îdam kirina wî roja şembî.

XS
SM
MD
LG