Wezîra derve ya Amerîkî Condoleezza Rice soz da serokê Felestînî Mehmûd Ebbas ku Waşinton bizavêt xwe zêde diket bu çareser kirna kêşeya nêvbera Israel û Felestînîyan.
Rice roja yekşembî li bajêrê Ramellah li Kinara Rojava digel Birêz Ebbas kom bu.
Birêz Ebbas got ew berhelistîya avakirna welatekê Felestînî bi tuxîvêt demkî diket wekî pişkekê li pilana aştîya binav nexşa rêkê.
Herwesa serokê Felestînî dîsa soz da helbijardinêt pêş wexit encam bidet eger çi pêşveçûn li danûstandinêt digel Hemasê bu pêkînana hikumeta yekgirtî nebît.
Roja şembî wezîra derve ya Amerîkî li Urşelîmê digel wezîra derve ya Israelê Tzipî Livnî kom bu.
Wezîra derve herwesa seredana Urdin, Misr, Erebistana Saudî û Kuweytê diket.