Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Serok Bush digel endamêt Kongresê kom bû


Serok Bush evro digel qanûndanerêt Komarî yêt nerazî kom bû di bizavekê de bo wergirtina piştevanîyê bo nexşa wî bo zêdekirina hêzêt Amerîkî li Iraqê.

Peyivdarê Sera Sipî Tony Snow got endamêt Kongresê ku evro digel rêzdar Bush kom bûn ji nexşa rêveberîyê razî nînin ku pitir 21 hezar serbazêt dî bihinêrine Iraqê.

Yek ji Komarîyên pillebilind senator Chuck Hagel digel du rêberêt Demokratan li hêvîyê ne bernivîsa biryarekê ku şert nîne bête bicêbecê kirin li Civata Senatoran ya Amerîkî pêşkêş bikin dijî nexşa rêzdar Bush bo zêde kirina jimara serbazêt Amerîkî li Iraqê.

Qanûndanerêt Demokrat li Civata Nuneran ew jî yê li ser bernivîsa biryareka wisa kar dikin ku dê Komarîya neçar ket helwesta xwo bi eşkere li ser zêdekirina jimara serbazêt Amerîkî dîyar biken.

Senatora Demokrat xanim Hillary Clinton dibêjit li dijî nexşa serok Bushî ye bo zêdekirina jimara hêzêt Amerîkî li Iraqê. Ew dixwazit jimara serbazêt Amerîkî bo Afganistanê zêde bikin.


XS
SM
MD
LG