Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Tirkîye rojnamevanê Ermenî Hrant Dink hate kuştin


Rojnamevanekî navdarê Ermenî yê Tirkîye, li derveyê ofîsa rojnama xwe li Stenbolê hate kuştin.

Hrant Dink, sernivîskarê rojnama hefteyî ya bi navê Agos, îna îro ket ber teqeya çekdarekî nenaskirî.

Serokwezîrê Tirkîye Recep Tayyîp Erdogan got kuştina wî rojnamevanî hêrîş bû li dijî yekîtîya welatê Tirkîye û got wî ferman daye karbidestên bilind yên parastinê jibo ku vekolînê di wê tawanê de bikin.

Hrant Dink nivîsîn hebûn, sebaret kuştina komela Ermenîyan li ser demê împaratorîyeta Osmanî li destpêka sedsalîya 20î, û ew nivîsîn bûne cîhê nerazîbûna gelek niştimanperwerên Tirk.

Tirkîye razî nebûye navê qirkirin ango jenosîdê danîte ser wê kuştinkarîyê, tevî daxwazên Ermenîyên nijadan.

Li sala 2005ê dadgeheka Tirkîye heta hukmê şeş mehê zîndanê danabû ser wî rojnamevanî bi tawana bêrêzkirina serwerîya niştimanîya Tirkîye.

XS
SM
MD
LG