Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Iraqê bi teqandina du otomobîlên bombebarkirî 88 kes hatin kuştin


Du otomobîlêt bombekirî li dû hev peqîn ku gelek kes kuştin û birîndar kirin.

Piştî wan peqînan çend şerre tiving hatine kirin û ambulansa bilez xwe gihande cîhê peqînan û gelek birîndar veguhastin.

Bombe nîvroya roja duşembî peqîn demê bazarê Harracê tijî firoşyar bû ku amîrêt kehrebê, cilk û dermanat difrotin

Li bakûra Bexda bombeyek li bazareke nêzîkî Baquba peqî û bi kêmîve 12 kes kuştin. Ev peqîne renge nîşana nîvbûneba alozkarîyêt xirabkarêt Sunnî be dijî armancêt Şî'e.

Li du rojêt buhurî pitir ji 3000 serbazêt Amerîkî ji Hêza Hewayî ya jimara 82, gehîştine wî bajarî.

Xirabkaran roja şembî taktîkêt nû bi kar înabûn. Wan cilk û otomobîlêt wek ku yêt karbidest û hêzêt Amerîkî bi kar înan û gotibû ku diçine kombûnekê, 80 kîlometre başûra Bexda. Paşî 5 serbazêt Amerîkî kuştin.

Evserêt Leşkerê Amerîkî û Iraqî behsê şerrekî dî kir ku roja duşembî hatibû kirin.

Kapîtanekî Amerîkî Steve Dobbins dibêjît: "Ew koma neyar ya ku em pêre hatin ber sîngê hev, ew komeke terorîst ya Wahabî El Qaîde ya rişt bû û baş hîn û fêr kirîbû. Ew ne mîna serhildayên adetî bûn, yên ku me heta niha dîtin. Ev zelamên hanê bi rêk û pêkîya komeke leşkerî dibizivîn, baş saxberîyê li çekên xwe dikin û seyregirên baş in."

Kapîtan Dobbins qumandarê hêzeka serbazêt Amerîkî ye ku pişkek e ji hêzeka mezintir, ku digel hêzêt Iraqî, li parêzgeha Dyala şerrî diket.

Karbidesta got, li hêrîşeka hevpişk, hêzêt Amerîkî û Iraqî li çend berokêt şerrî neyarêt xwe şikandin.


XS
SM
MD
LG