Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Qumandarê nû:"Rewşa Iraqê bi xeter e belê ne bêhêvî ye"


Berbijarê serok Bush ji bo qumandarîya Hêzên Amerîka li Iraqê General David Petraeus dibêjît rewşa Iraqê bi xeter e lê ne bê hêvî ye.

General David Petraeus îro gote Komîteya Kar û Barên Leşkerî ya Civata Senatoran ya Kongresê rewşa parastinê li Iraqê eve salek e pir xirab bûye.

Lê General Petraeus got stratejîya nû ya Iraqê ku serê vê mehê hatibû ragihandin, şansê serkeftinê heye.

Wî got stratejîya nû dê giranahîyê têxîte ser piştrastkirina parastina xelkê Bexdayê û cîhên dî. Petraeus got ew xebateke giran e û rpjên bi zehmet li pêşîyê ne û gazî gelê Amerîka kir ku bêhna xwe fireh biken.

Gelek demokratên Kongresê rexne li biryara serok Bushî bo şandina 20 hezar serbazên dî yên Amerîkî bo Iraqê girtîne.

Civata Senatoran li ser berbijar kirina General Petraeus bo qumandarîya Hêzên Amerîka li Iraqê hizrên xwe diket.

XS
SM
MD
LG