Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Komîteyeke Civata Senatoran xebatek tê kirin bo biryarek derê


Komîta Têkelîyêt Derve li Civata Senatoran ya Amerîkî ya danûstandinê li ser bernivîsa biryarekê diket ku dijî nexşa serok Bushî ye bo hinartina bi hezaran serbazêt Amerîkî bo Iraqê.

Serokê kombûnê Demokratê Senator Joseph Biden got bernivîsa biryarê ber hindê nîne ku serokî şermezar biken lê bo hindê ye ku wî biparêzin û nehêlin xeletîyeke mezin biket.

Senator Chuck Hagel endamekî Partîya Komarî ya serok Bush li wê Komîteyê wî jî piştevanîya bernivîsa wê biryarê kir ku ne şert e bête cêbicê kirin. Wî got hinartina jimareke dî, ji hêzêt leşkerî bo Iraqê, di berjewendîya niştimanî da nîne.

Senator Chuck Hagel rexne li rêbaza serok Bush, sebaret şerrê Iraqê girtibû ku bi gotina wî rêbaza serok Bush, stratejî nîne, belku yarîyeka ping-pongê ye bi jîyana Amerîkîyan.



XS
SM
MD
LG