Di şerrê li xwendîngeha Beyrudê de bi kêmî ve du kes hatin kuştin û 20 kesên din jî birîndar bûn dema ku piştgir û dijberên hikumetê bihev ketin.
Leşkerê Libnanê hatin û çûnê berbend kirîye da ku ev tundûtûjî bête aş kirin.
Xwendekar dibêjin tundûtûjî dema xwarinê li kafeteryaya xwendîngehê destpêkirîye û zûzûka li temamê Zanîngeha Ereb ya Beyrûdê belav bûye û piştra jî li kolanên nêzî xwendîngehê.
Ji dema bi dawî hatina şerrê navxweyî li sala 1990 heta niha li Beyrudê tundûtûjîyeke tîreyî bi vî awayî nebûye.
Şerr bi giştî di navbera du komeleyan de derketîye; li alîyekî Şî'eyên ku piştgirîya Hizbullahê dikin û li alîyê din jî Sunnîyên endamên Tevgera Paşerojê ku Saad Hariri rêberayetî lê dike.
Herdu alî hevûdu bi derxistina şerr gunehbar dikin. Rêberên herdu alîyan jî daxwaza aşbûnê kirîye ji piştevanên xwe.
Serok wezîr Fuad Sînyora dema ku tundûtûjî derket ne li welatê xwe bû, li Parîsê beşdarî konferanseke navnetewî dibû ji bo wergirtina alîkarîyeke nêzî 7 milyar û 6 milyon dolarî ku wezîrên derveyên welatên beşdar pêşkêş dikin ji bo alîkarîya jinûve avakirina Libnanê paş şerrî.
Li Beyrudê dijber û piştgirên hikumetê bihev ketin
- Challiss McDonough