Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Bush ji Kongresê re got şandina serbazan karê min e


Gotina serok Bushî ji bo endamên Kongresê yên ku li dij stratejîya wî ya nû ne, xurt e, dibêje: "Ji bo şandina zêdetir serbazan bo Iraqê ez im yê ku biryarê bide."

Serok dibêje hinek qanundaner hê berî ku plan bê ceribandin ew şermezar dikin û heke planeke wan hebe lazime ku ew jî ya xwe bêjin.

Serokî spasîya Civata Senatoran ya Amerîka kir ji bo pesend kirina qumandarîya General David Petraeus bo Iraqê.

Roja çarşemê Komîteya Têkelîyên Derve ya Civata Senatorên Amerîka biryarnameyeke ku ne şert e bê cêbicê kirin derbaz kir û pê dibêje şandina zêdetir serbazan bo Iraqê ne di berjewendîyên niştimanî de ye.

Wê ev biryarname heftîya were biçe ber Civata Senatoran ku di kombûna wê de temamê endamên wê lê amade bin. Li gorî stratejîya nû ya rêzdar Bush li ser Iraqê, divê 21,500 serbazên din bêne şandin ji bo tenahîya Iraqê.

XS
SM
MD
LG