Jimareka zora çavdêrêt syasî û xelkê Iraqî bawer diken ku çareserîya rewşa Iraqê bi tinê bi rêkên leşkirî nabe, lê tivye rêkeftinêt syasî nêvbera alîyêt cuda yêt Iraqê bêne kirn.
Lê endamê perlemanê Iraqî li Beroka Tewafuq ya Iraqî, Dr. Selîm Ebdullah, dibêjit hemî alî yêt pişkdar di piroseya syasî ya Iraqê da bu berjewendîya taybetî ya xwe kar diken, ne bu Iraq û gelê Iraqê.
Dr. Ebdullah li hevpeyvînekê da digel Pişka Kurdî ya Dengê Amerîka basê arişêt Iraqê diket.
Fayla dengî ya servey vî perî kilik bike.