Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Bush:"Heke Îran kiryarên xweyên leşkerî li Iraqê zêde bike dê Amerîka bersiveke tund bide"


Balyozê Îranê li Iraqê dibêjît Tehran li ber e ku têkelîyêt xwe yêt leşkerî û aborî digel Bexda berfireh biket.

Di hevpeyvînekê de digel rojnama The New York Times, Hesen Kazimî Qumî got Îran xwe amade diket bo fêrkirina hêzêt Iraqî û amîra bidet û şîretvanîyê lê biket. Herwisa got Tehran ya amade ye bo wergirtina berpirsyarîya serekî bo avakirineva Iraqê.

Serok Bush evro got Amerîka dê bersiveka tund deteve heke Îran kiryarêt xwe yêt leşkerî li Iraqê zêde ket ku zîyanê bigihîjîne hêzêt Amerîkî an jî Iraqî yêt bêguneh.

Qumî got Îran dê li demekî nêzîk banqeka niştimanî li paytextê Iraqê veke.

Rojnamê li ser zarê karbidestekî banqaya Iraqî vegeryave dibêjît Îranê destûrîya vekirina banqake nû wergirtîye ku dê yekemîn banqa bîyanî bît li Iraqê kar biket.

Washington Tehranê xetabar diket ku mayêt xwe di karûbarêt navxwe yêt Iraqê de diket û desthelat daye hêzêt Amerîkî da kiryara dijî wan Îranîyan bikin yêt ku kiryarêt dijminkarîyê diken.

XS
SM
MD
LG