Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Gelo Iraq ber bi şerrekî nijadî ve diçît?


Raporteke Ajansêt Agahîyan yêt Amerîkî huşdarîyê didin ku heke destûdarê Iraqê nehête tena kirin, reng e berev ber ellahîyê û şerrekî nijadî biçît.

Hindek birkêt raporta Agahîyêt Niştimanî evro li Washington belav bûbûn dibêjît, nîşan û berjengên şerrê navxwe di nav kêşeya Iraqê de hene belê gotineka dirust nabît jiber ku Şî'e bixwe hêrîşa dikine ser Şî'a, El Qaîde hêrîşa diket, xirabkarêt Sunnî hêrîşa diken û kiryarêt gunehkarîyê zor in.

Serok Bush û rêveberîya wî gelek caran dibêjin kêşeya Iraqê şerrê navxwe nîne.

Raport xema xwe dîyar diket û pirsyara ji şîyana rêberên Iraqî diket ku berjewendîyêt tîreyî li alîyekî danin û şerrê tundrêyîya bikin û destgehêt niştimanî yêt bi eger û bi biryar pêk bînin û pare xwarinê bi domahî bînin.

Raporta Agahîyêt Niştimanî dibêjît El Qaîdeyê berdewam e, kiryarêt xwe li Iraqê diket û ji ber zêdegavîyêt navxweyî bersîngê wan nayête girtin ku yek e ji armancê serekî yêt Amerîka.

XS
SM
MD
LG