Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Reng e ku li vê heftîyê Senatorên Amerîkî dengdanekê bikin


Reng e ku li vê heftîyê Civata Senatorêt Amerîkî dengdanê li ser biryarekê biket dijî nîyaza serok Bushî bo hinartina 21 hezar serbazêt dî bo Iraqê. Ev biryare şert nîne pêgirtin pê bête kirin.

Evro senator dê dengdanê li ser wê pêşnîyazê ken bo zêrevanîya biryarê serokî. Roja yekşembî senatorê Komarî John McCain û Lindsey Graham herdu dijî pêşnîyaza biryarê axiftin.

Senator McCain got zêrevanî dê egerê kete ser bawera leşkerê Amerîkî û senator Graham got hinartina pitir hêzêt Amerîkî dê tenahîya Bexda biparêzin.

Lê hindek senatorêt Komarî wek ku Chuck Hagel, dibêjin Washington neşê destûdarê Iraqê bigohrît heke hêzêt Amerîkî bikevine nav şerrekî navxwe da.

Senatora Demokrat Dianne Feinstein got zêdekirina hêzêt Amerîkî dê xeletîyeka mezin bît û pitir dîplomasîyet pêdivêt bo bidomahî înana zêdegavîyan li Iraqê.



XS
SM
MD
LG