Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hamas û Feth li Erebistana Suudî danûstendin diken


Rêberêt tîreyêt Felestînî yêt neyar Hamas û Feth li Erebistana Suudîyê danûstendina diken di bizavekê da da şerrê bixwîn bi domahî înin û hikumeteka yekgirtî pêkbînin.

Kombûn li bajêrê Mekke yê pîroz tête kirin.

Berî danûstendinan serokê Felestînî Mahmud Abbas ji komela Feth got, komela wî ji wêrê naçît heta ku rêkeftinek neyête kirin.

Rêberê sîyasî yê Hamas li derve Xalid Miş'al û serokwezîrê Felestînî Îsmaîl Haniyeh, wan jî ev soz da.

Şahê Erebistana Suudî Şah Abdullah herdu alî mêvan kirine kombûnê, piştî tîreyêt neyar neşîyayn rêkeftinê şer rawestanê biparêzin.

Şahê Suudîyê roja sêşembîyê cuda digel rêberêt Felestînî kom bû.

Şerrê navbere Feth û Hamas li heyva 12 destpêkir, û ewe hingî pitir li 90 Felestînî li şerrê li ser caddan hatîne kuştin.

Karbidestêt Îsraîlê dibêjin her hikumeteka yekgirtî ya Felestînî ya nû pêdivîye pênasînê bi Îsraîlê biket û dijî alozkarîya rawestet.

XS
SM
MD
LG