Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Serokê berê yê Libnanê û serok Bush kom bûn


Evro li Seraya Sipî serok Bush digel serokê berê yê Libnanê Emîn Cumeyl kom bû ku par kurê wî hatibû kuştin.

Peyivdarê Seraya Sipî Tony Snow got serok Bush dixwazît pêgirtina Amerîka dîyar biket bo Libnaneke azad û demokratî û xema xwe dîyar kir li ser kuştina kurê wî.

Hindek çekdarêt nasnekirî ew wezîrê Libnanî yê Mesîhî ku dijî Surya bû li meha 11 li Beyrûdê kuştibû.

XS
SM
MD
LG