Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Amerîka bi şaşî hêrişê dikete ser Kurda li Musil


Ji encama êrîşeka bi xeletî ya firokeyên Amerîkî bo ser navendeke Yekîtîya Niştimanîya Kurdistanê li bajarê Musil neh endamên malbatekê hatine kuştin û şeşên din brîndar bûne.

Leşkerê Amerîkî dibêjît armanca hêrîşê ne ew bingehe bû; belku endamên bergumanên El Qaîde bûn.

Her li vî demî leşkerê Amerîkî dibêjît hêrîşeke dî ya firokeyên Amerîkî bi kêmî heyşt xirabkar kuştin û avahîyek li başûrê Bexdayê wêran kir.

Daxuyanîya leşkerî dibêjitin Hêzên Pîyade daxwaza hêrîşa firokan kiribû, piştî keftine ber teqekirineke boş li demê ser dagirtinekê da li rindeka Ereb Cibur.

Bi alîkî dî ve Wezareta Berevanîya Brîtanî dibêjitin teqîna bombeka ser rê, serbazekî Brîtanî kuşt û sêyên dî brîndar kir li Besra; başûra Iraqê.

Duhî pêncşembîyê li demê şerekî li herêma El Anbar sê serbazên Amerîkî hatin kuştin.

XS
SM
MD
LG