Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Ajansa Navokî ya NY alîkarîya bi Îranê re ragirtîye


Ajansa Navokî ya Neteweyên Yekgirtî nêzîkî nîveka alîkarîya teknîkî ya projeyên Îranê ragirtîye.

Di pêdaçûnekê da îro eynî hate eşkere kirin Ajansa Navokîya Nêvneteweyî gehîştîye wê bawerîyê ku 55 projeyên xwe digel Îranê ji kar bêxitin.

Ajans hewl didetin pêgirtinê bi toleyên Neteweyên Yekgirtî biketin li ser Tehranê hatine danan ji ber nerazîbûna wê bo ragirtina bernama wê ya pîtandina uranyumî.

Ew raport bi fermî dê li kombûna meha 3-Adarê ya Ajansa bikefte ber vekolînê.

Ev ragihandin hevdem bû digel ragirtina seredaneke Alî Larîcanî, mezine nunerê danûstendininên Îranê bo Ewropa ku li ber bû danûstandinan biket lil ser berek rawestandina cîhanê ji ber beranama navokî ya Tehranê.

Ajansa peyamên resmî ya Îranê Îrna dibêjitin Larîcanî ji ber nexweşîyê seredana xwe paşêxist.

Li ber bû dîplomatên Îranê îro eynî danûstandina digel Muhammed El Baredeî, serokê Ajansa Navokî ya Nêvnetewî li Cenevre biketin. Dê pêra seredana Almanya bikraba digel karbidestên Almanî û Yekîtîya Ewropî danûstandin kiribana.



XS
SM
MD
LG