Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hêrişêt xirapkara li Iraqê berdewamin


Polîsê Iraqî ragehand ku li hêrişeka xwekujî bu ser bingehekê polîsî li bakora Iraqê bi kêmî 15 kes hatin kuştin û 20 kes birîndar bun.

Polîsê ragehand ku ew hêrişa roja yekşembî li bajerokê Edwar yê Sunnî (20 kîlometra başora Tikrîtê) cêbu.

Wê peqînê zîyaneka zor gehande avahîyê û polîs, girtî û welatî hatin kuştin. Karbidest dibêjin jimara qurbanîya bu heye zêde bibît demê karmendêt bi harîveçunê li bin paşmaya avahîyê digeryên.

Herwesa polîsê Iraqî ragehand ku heşit kes di minîbesekê nizîkî tuxîvê Surya hatin kuştin.

Leşkirê Amerîkî ragehand ku serbazekê Amerîkî roja yekşembî li şer û lêkdana digel xirapkara li parêzgeha Dyale hat kuştin.

XS
SM
MD
LG