Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Tirkîye tîmeke teknîkî dişîne Urşelîm-Qudsê


Serokwezîrê Tirkîye Recep Tayîp Erdogan dibêjît Tirkîye dê tîmeka teknîkî hinêrte cihê avakirinê nêzîkî Urşelîm-Qudsê bo vekolînê.

Rêzdar Erdogan ev têbînîye da di konferanseke rojnamevanî da bihevra digel serokwezîrê Îsraîlê Ehud Olmert evro li Ankara.

Rêzdar Olmert got Îsraîlê tiştek nîne ku li ser vê pirsê veşêrît. Ev kare tête kirin li nêzîkî cihekî pîroz yê Misilmanan û wî wêne nîşa dan li ser cihê ku tête çêkirneve, li derîyekê bo vekolînêt şûnewaran û dibêjît li derveyê cihêt pîroz têne kirin.

Rêberê Tirkîye rexneyên tund girtibûn demê roja eynî polîsêt Îsraîlî û nivêşkerêt Misilman bi şer hatîn li wî cihî.

Rêzdar Olmert got Îsraîl dixwazît aştîyê digel Surya biket madem piştevanîya xwe bo terorîzmê rawestînit.

XS
SM
MD
LG