Sê otombîl li deverêt Şî’a li paytextê Iraqî peqîn û bi kêmî 60 kes hatin kuştin.
Karbidest dibêjin zûrîna qurbanya li du peqîna bun ku li bazareka taxê Bexda ya Nu çêbun.
Otombîla sêyê li xaleka vekolînê li bajêrê Sedir peqî.
Hevdem, rojnameka Amerîkî ragehand dest biser çend belgehnameka hatîye girtin ku we nîşê didet xirapkara bi agehdarîve plan danaye bu êxistina firokêt hêzêt hevalbendî.
Rojnama The New York Times roja yekşembî ragehand ku hinek ji keftine xara helîkopterêt Amerîkî beşeke li plana xirapkara bu bikarînana zora çekêt dijî firoka.
Bu bihîstina naveroka raporta The New York Times fayla dengî ya servey vî perî kilik bike.