Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Îran bo sê rojan dest bi manuvrên ceribandina muşekan kir


Pazdarêt Îranê dest bi manuvrêt ceribandina muşekan kir bo sê rojan. Ragihandina dewletê li Îranê dibêjît van manuvran roja duşembî li 16 parezgehat dest pêkir ji giştîya 30 parêzgeha û 20 hêzêt pazdaran pişikdarîyê têda diken.

Ev hêze li jêr konrtola rastewxwe ya rêberê olî yê Îranî ne, Ayetullah Alî Xamaney.

Ragihandina Îranê dibêjît muşekên navencî û dûrhavêj têne ceribandin. Berî du heftîyan Îranê du rojên manuvra kirin û muşekêt nû yêt Rusî yêt dijî firokan ceribandin.

Îran dibêjît ev manuvre şîyana wê ya berevanîyê baştir diken.

Vê domahîyê destûdarêt navbera Îranê û Amerîka aloztir bûye û Washington dibêjît Tehran destê xwe dikete nav karûbarêt navxwe yêt Iraqê da.

Amerîka û welatêt dî yêt rojavayê Tehranê xetabar diken ku bizavêt diket çekên navokî çêbiket lê Îran mandel û haşa diket.

XS
SM
MD
LG