Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Afganistan fermana nehêlana teyr û tewalên bi nexweşîyê da


Karbidestên Afganî fermana nemana çivîk û teyr û tewalan da li devereke ku du bûyerên nexweşîya Înfluenzeya Balindeyan lê qewimîne

Rêxistina Xwarin û Çandina Neteweyên Yekgirtî roja çarşemê got li herdu parêzgehên rojavayê, li Nangarhar û Kunar ew leqayî teyrên bi vîrusa nexweşîyê ketine bûne. Karbidest şikê dikin ku ew vîrus ya H5N1 ya Înfluenzeya Balindeyan be lê belê hêj dîyar nekirine ka ku bi rastî ev ew vîrus e an na.

Par Afganistanê di teyr û tewalan de leqayî vîrusa H5N1 bûbû belê ne di merivan de. Ji sala 2003 û heta niha li seranserê dinyayê 160 meriv bi vîrusa Înfluenzeya Balindeyan mirine.

XS
SM
MD
LG