Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Iraqê 18 zarok hatin kuştin


Li Iraqê îro li meydandeke fitbolê ya bajarê Ramadî 18 zarok hatine kuştin û li alîyên dî yên welatî jî di êrîşan de pêtir ji 20 mirovên dî hatine kuştin.

Ew zarokên ku bi bombeyan li Ramadî hatine kuştin li nav jîyên 10 heta 15 bûn. Ramadî li wîlayeta Anbar e, li nav sê kunca Sunnîyan û mebesta wê êrîşa ser zarokan nexuyabû.

Li êrîşên xwekuj li nav û li dewrûberên Musilê şeş polîs û çar kesên dî hatine kuştin.

Karbidest dibêjin li Bexdayê jî êrîşkerekî xwekuj xwe li nav bazarekê peqandîye, otomobîleke loxumkirî nêzîkî xwaringehekê hatîye peqandin û bombeyeke di torbeyeke naylon de hêlayî li alîyekî dî yê paytextê peqîyaye. Li encama wan bûyeran bikêmîve neh mirovên dî mirin.

Leşkerê Amerîka dibêjît bombeyeke lêva rêyeke başûra Bexdayê çar serbazên Amerîkî kuştîne. Leşkerî got serbazên Iraqî bi piştevanîya hêzên Amerîkî li nav bajêrkê Sadr bizav kirîne û 16 mirov girtîne.

Leşker dibêjît ew kiryar li dijî alîyên xweser yên şerfiroş li nav Leşkerên Mehdî bûn ku ew desteyên kuştinkarîyê yên Şî'eyan birêve dibe.

XS
SM
MD
LG