Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Amnesty International ji Y.Ewropayê daxwaza kontrolkirinekê dike


Rêkxistîya navnetewî Amnesty International ji welatên Yekîtîya Ewropî daxwaz diket ku zêrevanî û kontrolê biêxine ser firotina kel û pelan yên dikarin li welatên dî bi îşkencedanê an îdamê bêne bikarînan.

Amnesty Internationala bingeh li Londonê got bila Yekîtîya Ewropî wê lîsteya kelûpelên ku firotina wan par hatibû sînordar kirin berfireh ket.

Bendên niha rê nadine welatên endam ku hucreyên jarîdanê an kemerên eletrîka bihêz bifroşin an bikirin lê Rêkxistina Lêkxoşbûna Navneteweyî(Amnesty International) dibêjît bitenê 11 ji 27 welatên endam li du wan bendan qanûn pejirandîne.

Rêkxistî dibêjît bila Yekîtîya Ewropî hindek cûvan û werîsên bo hilayîstina mirovan an îdamê li welatên mîna Hindistan, Sri Lanka û Trinidad û Togaboyê jî biket wê lîstê da.

Ji alîyê dîve rêkxistîya dî ya navnetewî, Zêrevanîya Mafên Mirovan (Human Rights Watch) dibêjît Amerîka bila hesaba hemî girtîyên di destê CIA da bidet.

Zêrevanîya Mafên Mirovan dibêjît bila serok Bush wê bernameya girtin û berpirsyarkirinê ya CIAyê mehkum biket û zîyana wê ji holê raket.

Serok Bushi gotibû 14 girtîyên mayî yên di destê CIA da daye destê leşkerî û li Guantanamo li Kubayê ne û serok Bushî pesna John Negroponte da kku îro sond xwar û wek Cîgirê Wezîra Derve dest bi kar kir.

XS
SM
MD
LG