Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Serok Talabanî peyameke spasîyê hinart


Piştî ku bo demê çend rojeke birêz Talabanî, serokkomarê Iraqê li welatê Urdun li du kanalên ragihandinê dihate çareserkirin û dixtorên birêz Talabanî Mele Bextîyar endamê mekteba sîyasîya Yekîtîya Niştimanî, rojane di lêdwana de bo kanalên ragihandinê xuya kirin ku rewşa serokkomarê Iraqê baş e û encamên testan cîyê metirsîye nîne.

Birêz Barzanî, serokê Herêma Kurdistanê jî xuya kirî ku bi telefonê digel Talabanî axiftîye û çi metirsî li ser rewşa wî ya tendurustî nemaye.

Evro bo yekem car piştî nexwoş bûyî, birêz Talabanî lêdwaneka kurt ya dengî bo radyoya Yekîtîya Niştimanî ragihand, têda spasîya xelkê Kurdistanê kir ku xemxurên rewşa wî ya tendurustî ne û got rewşa wî ya tendurusît baş e û hîvî kir ku li van nêzîkan vegerîtev welatî û dirêjîyê bi xizmetê bidet.

Her bi hilkeftina rewşa tendurustîya birêz Talabanî bo demên du rojan li tekye û mizgeft û cihên pîroz merasîmên dua li bajar û bajarkên sînorên parêzgeha Suleymanîye têne kirin da rewşa wî ya tendurustî baş bibît.

XS
SM
MD
LG