Bîbelerzeke bihêz li girava Sumatra ya Endonezyayê da, avahî jinav birin û bi kêmî ve 70 mirov kuştin.
Karbidest dibêjin bi 100an mirov birîndar bûyne û nexweşxane bi wan nawestin.
Rêkxistîya Zêrevanîya Erdî ya Amerîka dibêjît hêza wê ew erdlerzîyana îro bi 50 kîlometreyan dûrî Padanga paytextê wîlayeta Sumatraya Rojava şeş-niqte-sê bû. Paş du seetan, erdhejyaneke dî bi hêza 6-niqte-yek qewimî.
Hindek avahî herifîn û zîyaneke mezin giheşte yên dî. Xelkê ji tirsan ji malên xwe derkeft û nexweş jî ji nexweşxaneyên li Padang.
Li Malezyaya bi 100an kîlometreyan dur bi wê bîbelerzê hesîyan û jimareke avahîyên li Sîngaporê jî hatine vala kirin.
Li dû peyaman elektrîk li hindek alîyên Sumatrayê hate vebirrîn.