Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Desteya sundxwaran alîkarê berê yê Cheney tawankar dana


Desteyeke sundxaran li Washingtonê alîkarekî pilebilind yê berê yê Cihgirê Serokî Dick Cheney tawankar danar bi çar ji pênc bendên direw kirin, bi direw sund xwarin, û girtina rê li dad û edaletê li demê lêkolîna ji bo dîyarkirina berpirsîyarên aşkerakirina nasnameya karmendekî Navenda Pêzanînên Nepenî, ango C-I-Aê.

Wê desteya sundxwaran roja Sêşembî encama xebata xwe ragehand û got Lewis Libby direw kirîye li pêş desteya mezin ya sudxwaran û lêvekolên federalî yên hewil dida wan kesan dîyar biken ku nasnameya Valerie Plamea destkîs aşkera kiribû.

Plame jina dîplomatê berê Joseph Wilson e ku bi aşkerayî rexne li rêveberîya Serok Bush girtibûn ji ber egerên wê yên ji bo şerrê Îraqê yê li sala 2003yê.

Peyivdareke Seraya Spî got Serok Bush rêzê li biryara desteya sundxwaran digirît, lê ji ber Libby û malbata wî xemgîn e.

Cihgirê Serokî Cheney jî got ew gelek hîvîşkestî ye ji wê biryarê ku alîkarê wî yê berê gunehbar kirîye.

Çêdibît ku dadgeh heta 25 salan cizayê zindanê û heta mîlyoneke dolaran jî cizayê pare ji Libbyê 56-salî ra bibirrît. Berevankarên wî dibêjin ew dê daxwaza ji nû ve dadgehkirinê biken ji ber ku xwespêrê wan direw nekirîye, lê tişt bi bîra wî nedihatin.

XS
SM
MD
LG