Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Karbidestêt Amerîkî dê peywendîyê bi hikumeta nû ya Felestînê ken


Wezareta Derve ya Amerîka dibêjît karbidestêt Amerîkî dê peywendîyê bi hikumeta nû ya Felestînê ken, lê digel endamêt Hamas naken.

Peyivdarê Wezareta Derve ya Amerîka Sean McCormack evro got hêjta çi peywendîyê wisa nehatîne kirin û got Amerîka li ber nîne ku ragirtina harîkarîya bi hikumeta Felestînî rabiket heta ku Hamas guh nedete du daxwazan; pênasîn bi Îsraîlê û dijî zêdegavîyan rawestît.

Bi alîyekî dî ve Norwecê birrîna têkelîyêt xwe digel Felestînê bi dawî îna û bû yekemîn welatê Ewropî ku vê pêngavê dihavêjît.

Cîgirê Wezîrê Derve yê Norwecê Raymond Johnson û serokwezîrê Felestînê Îsmaîl Hanîyeh evro li Xezze kom bûn.

Norwecê têkelîyêt xwe digel desthelata Felestînî heftîya buhorî girêdave piştî pêkînana hikumeteka yekgirtî ku ji komela milîtanêt Îslamî yêt Hamas û bizava Feth ji herduan pêk têt.



XS
SM
MD
LG