Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hindek çekdaran li Telafer bi dehan kes kuştin


Karbidestêt parastina Iraqî dibêjin hindek çekdar çûne dinav rendekeka Sunnîyan da li bajêrokê Telafer û bi deha kes kuştin ku weye dîyar e tolevekirin e beramberî peqandina du lorîyêt bombekirî duhî li taxeke Şî'a her li Telafer.

Karbidestêt nexweşxana dibêjin bikêmîve 50 term gehîştîne destê wan. Berî hingî bikêmîve 60 kes hatibûne kuştin û pitir ji 100 kesa birîndar bûbûn demê du trakêt bombekirî hatîne teqandin li bajêrokê Telafer, nêzîkî tixubê Surya.

Akincîyêt Telaferê têkelin ji Şî'a û Sunnîyêt Ereb û Turkmana.

Bi alîyekî dî ve leşkerê Amerîkî dibêjît hêrîşkerekî xwekuj bi otomobîleke bombebarkirî ku kerestêt klorîn têde bû, evro hêrîş kire ser bingeheke hikumetê, belê ew hêrîşker hate ragirtin û bû egera birîndar bûna 15 endamêt Hêzêt Amerîkî û iraqî.

XS
SM
MD
LG