Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Balyozê Amerîka yê bo Iraqê sonda wergirtina karê xwe xwar


Balyozê nû yê Amerîkî li Iraqê Ryan Crocker evro li Bexda sonda wergirtina karê xwe li Balyozxana Amerîkî li Bexda, xwar.

Crocker got, Amerîkî rûbirûyî astengeka mezin dibît di rêbaza xwe ya derve da li Iraqê û got astengeka dîrokî li pêşîya me ye ku terorîst û xirabkar û milîtan, berdewam gefe ne li ser tenahîya Bexda û li seranserê welatî.

Crocker ji hikumeta serokwezîr Nurî El Malikî xwast da berdewam bibî li ser pêngavêt pêdivî bo yekgirtina welatî û jîyana Iraqîyan baştir bikin.

Crocker balyozê Amerîka bû li Pakistanê û yekser ji Îslamabadê çû Bexda. Crocker dê cihê Zalmey Xelîlzad girît ku dê bîte balyozê bêt yê Amerîka li Neteweyêt Yekgirtî.

XS
SM
MD
LG