Ajanseka nûçeyan ya Îranê ya bi navê Fars, wêneyên nû yên 15 deryavanên Brîtanî belav kirin yên ku Îranê li meha buhurî girtibûn.
Di wan wêneyan de serbazên Brîtanî bi cil û bergên werzîşê, bi devken li ser mexfîrekê runiştîne.
Berî hingê serokwezîrê Brîtanyayê Tony Balirî got ew du roj dê pirr girîng bin jibo xebata azad kirina wan 15 endamên Hêza Deryayî lê wezîra derve huşdarî da û got bila hêvîyê nebin ku ew berdan dê di demeke kurt da çêbît.
Tony Blairî huşdarî da û got eger danustandinên jibo berdana wan bi sernekevin wê gavê dê bi gotina wî biryarên bi zehmet ji Brîtanyayê pêwîst bin.
Li Washingtonê rojnamevanan ji serok Bushî pirsî ka girtina wan serbazên Brîtanî têkilîyek heye bi daxwaza Îranê ku dibêjît bila Amerîka pênc Îranîyên ku li wê meha yek girtî li Iraqê berdet. Serok Bushî got divê ew deryavanên Brîtanî bê şert û merc bên berdan.