Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

15 Deryavanêt Brîtanî gehîştine Brîtanya


15 Deryavanêt Brîtanî gehîştine Brîtanya piştî nêzîkî du heftîyan li Îranê girtîbûn û gehîştine malbatên xwe. 14 Zelam û yek jin evro gehîştine firîngeha Heathrow li London bi firokeka bazirganî ya Brîtanî ji Tehranê û cil û bergên leşkerî li ber bûn.

Piştî hingî bi helîkopterekê veguhastine bingeheke leşkerî li başûra rojava London.

Demê firoke gehîştî serokwezîr Tony Blair gote peyamhinêran ku Brîtanya şîyaye van deryavana berdet bêy ku çi danûstandin anjî rêkeftin bêne kirin lê got, rêkeke nû ya danûstendina hate vekirin heke Îran bixwazît, reng e bibine eger bo têkelîyêt baştir.

Roja çarşembî serokê Îranê Mahmud Ahmedînejad berdana wan ragehand û got eve dîyarîyeke bo gelê Brîtanî.

XS
SM
MD
LG