Karbidestêt Iraqî dibêjin bi peqîna bombekê nizîkî nexoşxanekê roja yekşembî li başora Bexda 15 kes hatin kuştin û 25 kesêt dî birîndar bun.
Li Bexda, leşkirê Amerîkî ragehand rêberekê bilindê El-Qayde hatye girtin ku berpirsyare biramberî jimareka peqînêt otombîla.
Hevdem, bi hizaran Iraqî li bajêrê Necef kom dibin bu encamdana xwepîşadanekê roja duşembî, li çaremîn salyada girtina Bexda ji layê hêzêt Amerîkî.
Oldarê tondirê yê Şî’e Muqteda El-Sadir daxaz ji Iraqîya kirye da xwepîşadanê biken dijî hebûna Amerîka li Iraq û daxazê li hêzêt parastina Iraqî biken da hefkarî digel leşkirê Amerîkî neken.