Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li zincîreka hêrişan 34 kes li Iraqê hatin kuştin


Desthelatdarêt Iraqî dibêjin ku li zincîreka hêrişa li deverêt zorîne Şî’e li Bexda 34 kes roja yekşembî hatin kuştin.

Bi peqînêt otombîla yek li dîv yek li taxê El-Şurte li başora rojavaya Bexda 15 kes hatin kuştin û 50 kesêt dî birîndar bun.

Demekê kurt piştî hingî, bombek li otobîsekê li taxê Kerrade yê paytextî peqî û 11 kes hatin kuştin.

Her li wê taxê, bi peqîna bombêt ser şeqamê du kes hatin kuştin. Herişeka xwekujî bu ser otobîseka dî hat kirn û têda şeş kes hatin kuştin.

Li bakora Bexda, du helîkopterêt leşkirê Berîtanî keftine xar û du serbaz hatin kuştin û pêncêt dî birîndar bun.

Li bakora Iraqê jî, çar serbazêt Iraqî li hêrişeka xwekujî li Musil hatin kuştin.

XS
SM
MD
LG