Li bajêrê Sadir yê Bexda ku piranîya serhijmara wê Şî’e ne bombek di otobîsekê da peqî û sê kes hatin kuştin.
Roja Şembî karbidestên Iraqî gutin bi kêmîve pênç jî birîndar bun.
Li çend herişên dîtir, leşkerê Amrîkî got ji encama peqîna bombeka ser cadê serbazekî yêkeya nubetdarîya wan hateh kuştin u du jî birîndar bun.
Roja şembî wezîrê berevanî ye Australia Brandan Nelson digel serok wezîrê Iraqî Nuri al-Maliki kombu.
Li roja heyînê jî wezîrê derve yê Amerîkî Rober Gates seredana xwe ya du rojî bu wî welatê bi şer kavil bîye bi dawî îna.
Birêz Gate ji partîyen sîyasîyên rikeberên Iraqî xast bi lez kar biken bu çareser kirna jêk negirtinên xwe.
Wî got pêşberbina leşkerê Amrîkî li Iraqê ne bu heta heta ye.