Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Civata Senatoran li bere ku îro biryara xercîyên leşkerî pesend bike


Civata Senatorên Amerîkî ya ku Demokrat kontrol dike li bere pêncşema îro biryarekê pesend bike ku 124 milyar dolaran bo xercîya leşkerî terxen dike û ji serok Bush dixwaze ku dest bi vekêşana serbazan bike ji Iraqê li destpêka meha deh-Çirîya Yekê.

Derengîya do roja çarşemê jî Civata Nuneran ji cem xwe bernivîsek pesend kir bi 218 dengan li hemberî 208 dengên li dij.

Ev biryar 95 milyar dolaran jibo xercîya leşkerî yan jibo xercîya şerrî li Iraq û Afganistanê terxan dike, belê armancek danaye ku merc nîne bête cêbicê kirin jibo vekêşana piranîya serbazên Amerîkî ji Iraqê heta meha çar, sala 2008.

Her dîsa biryara Civata Nuneran hinek armanc jibo hikumeta Iraqê jî danîne ku bêne cêbicê kirin bo başkirina rewşa parastina welatî.

Ji cem xwe Seraya Spî daxuyanîyek daye û têda soza serok Bush bo veto kirina biryarê dubare kirîye.


XS
SM
MD
LG