Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Heyşt berbijarên Demokratan rexne li serok Bush digrin


Heyşt berbijarên serokatîyê ji partîya Demokrat, bi tundî rexne li rêbaza serok Bush ya şerrî girt li yekem gerra mişt û mirra kampeyna wan ya hilbijartina ya sala 2008.

Berbijara herwisa bahse bîr û boçûnêt cuda li ser barê saxlemîyê û sîyaseta derve ya Amerîkî kir li kombûnekê ku li zanîngeha stana Carolina ya başûr roja pêncşembîyê hat kirin. Lê ew yekdeng bûn jibo vekêşana hêzên Amerîkî li Iraqê.

Senatora New York Hillary Clinton, berbijara herî serî ya serokatîyê got, eger ew bibîte serok, dê Amerîkayê li nav Iraqê derînit, lê senatorê wîlayeta Carolina ya Bakûr John Edwards got Clinton û berbijarên dî ku deng bo şerrê Iraqê dabû divîya bixoda biçin û rexna li xwe bigrin.

Edwards ku deng bo dagirkirina Iraqê dabû, daxwaza lêborînê kirîye, lê ne Clinton û derbarê arîşêt dî yêt rebaza derve ya Amerîkî senator Barack Obama li stana Illinois got Amerîka divîya harîkarîyê biket jibo çareserkirina kêşeya Îsraîlî û Felestînî.

Pênc berbijarên dî yên serokatîyê ji Partîya Demokrat eve ne; Senator Christopher Dodd (ji wîlayeta Connecticut), Senator Joe Biden (ji wîlayeta Delaware), Fermandarê wîlayeta New Mexico Bill Richardson, Senatorê berê yê wîlayeta Alaska Mike Gravel û endamê Civata Nuneran Dennis Kucinich (ji wîlayeta Ohio).



XS
SM
MD
LG