Vekolîna gelerî ya dawîn li Amerîka nîşan dide ku di beza hilbijartina serokatîyê de Komarî Rudy Giuliani û Demokrat Hillary Clinton di nav berbijaran de bi pêş ketine.
Encamên vekolînê roja pêncşemê hatin belav kirin demek kin piştî ku gerra yekem ya giftûgoya di navbera berbijarên Komarî de destpêkir û li du wan encaman, Fermandarê berê yê New Yorkê Giuliani ji komarîyan piştgirîyeke ji sedî 27 wergirt li hember ji sedî 19yê ku Senator McCain'ê Arîzonayê wergirtî û Fermandarê berê yê Massachusetts Mitt Romney jî ji sedî heyşt wergirt.
Senator Clinton'a New Yorkê jî ji Demokratan piştgirîyeke ji sedî 32 wergirt li hember ji sedî 18yê ku Senator Barack Obama'yê Illinois wergirtî û ji sedî 12yê ku Senatorê berê yê North Carolina John Edwards wergirtî.
Ev encam hatin belav kirin çend demjimêr berî ku 10 berbijarên Partîya Komarî dinav hev de gerra yekem ya giftugoyan kirin ku tê de Giuliani li ser domandina şerrê Iraqê diqewimand û McCain jî digot eger Amerîka xwe bêy serkeftineke dîyar vekişîne ew dê li wê derê her tişt li hev keve û wê qirkirin bi qewimin.