Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Iraqê 15 bergumanên terorîst hatine girtin


Hêzên bi rêberayetîya Amerîka dibêjin îro li Iraqê 15 bergumanên terorîst di dema kiryaran de hatine girtin.

Di daxuyanîya hêza hevalbendîyê de dibêje bi kiryaran neh bergumanên terorîst li Hilla hatine girtin ku dibe ku yek ji wan rêberekî El Qaîdê be. Şeş bergumanên din jî bi kiryarên li dora Beled, Tacî û Felluca hatine girtin.

Di vê navê de polîsê Iraqê dibêje îro du otomobîlên bombebarkirî li rojavaya Bexda hatine teqandin û bi wan teqînan 20 kes hatine kuştin û 40 kesên din jî brîndar bûne.

Polîs dibêje otomobîla yekem li bazareke li derveyê Ramadî teqîyaye û ya din jî dîsa li nêzî Ramadî li ber nuqteke kontrolê ya polîsan teqîyaye.

Roja yekşemê leşkerê Amerîka ragihandibû ku bi teqînan, tevî şeş serbazên ku bi rojnamevanek Ewropî re bûn, heyşt serbazên Amerîkî li parêzgeha Diyala hatibûn kuştin dema ku otomobîla wan hat teqandin.

Du serbazên din yên Amerîkî jî di teqînên cuda de li Bexda û li bakûra wê hatine kuştin.

XS
SM
MD
LG