Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Gora Qiral Herod hate dîtin


Arkeolojîstekî Îsraîlî dibêje wî gora Qiral Herod, desthilatdarê binavûdeng yê çaxên kevn dîtiye.

Ehud Netzer dibêje ev gor li Herodiuma li serê pal, li cîyê ku berê Qel'a û sera ya Herod lê bûye hatîye dîtin.

Netzer ev 35 salin ku li wê devera li başûra Urşelîm-Qudsê vekolîn dikirin. Netzer dibêje koma wî berî sê heftîyan tabuta Herod ya ji kevir dîtîye. Lê belê dibêje têde tu hestî nehatine dîtin.

Nêzî 40 salan berî ji dayîk bûna pêxember Îsa, Civata Senatoran ya Romîyan Herod wek "Qiralê Cihuyan" destnîşan kiribû. Herod bi karê xwe yê mezintir kirina wê perestgeha Cihuyan li Urşelîm-Qudsê û bi hin karên din yên avakirinên mezin bi nav û deng e.

Di Încîla Matthew da dibêje ji tirsa ku wê desthilata wî têkeve destê qiralê nû yê Cihuyan, wî fermana kuştina hemu zarokên kurî daye li Bethlehem, li cihê ku Îsa ji dayîk bûye.

XS
SM
MD
LG